Ana Sayfa   -----  Home


Pêşengê Serhildana Dêrsimê ku di sala 1938an de pêk hatibû û di encamê de 40 hezar zêdetir kurd jiyana xwe ji dest dabûn, dê di 12ê mijdarê de li Diyarbekirê bê bibîranîn.

 

 

 

 

 

 

 

 

Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza ku li hemberî bişaftin û polîtîkayên Komara Tirkiyeyê berxwedanek dabû destpêkirin û piştre ji aliyê Dadgehên Îstîklalê yên Tirkiyeyê ve hatibû darvekirin, dê li Diyarbekirê bê bibîranîn.

Komeleya Diyalogê ya DîcleFiratê dê serkêşiya vê organîzasyonê bike.

Berdevkê komeleyê Mihyedîn Batmanli destnîşan kir ku dê di 12ê Mijdarê de li Salona Dawetê ya Kaplanê saet di 12.00an (bi dema Tirkiye) de bernameyek bibîranînê li dar bixin.

Batmanli xuya kir ku dê Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Lêkolîner Cafer Solgun, Hunermend Kazım Arık, Parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan, Endamê Lijneya Navenda Giştî ya Pir Sultan Abdalê Prof. Dr. İrfan Açıkgöz jî weke panelîst tevli bernameyê bibin.

Seyîd Riza di sala 1938an de ji aliyê Artêşa Tirk ve bi xapandinê hatibû girtin û di Dadgehên Îstîklalê yên Tirk de, hatibû darvekirin.

Pêşengê Serhildana Kurd Seyîd Riza di dema darvekirina xwe de, axaftinek kiribû û wiha gotibû: “Min bi dek û dolabên we nekarî, ev ji min re bû derd, lê min jî serî li ber we netewand, bila ev jî ji we re bibe derd.”

Gelek sazî û dezgehên kurdan û partiyên siyasî yên kurd, dixwazin di qada navneteweyî de komkujiya li Dêrsimê weke “Jenosîd” bê qebûlkirin. Ji bo vê yekê îsal li Parlamentoya Ewropayê konferanseke Dêrsimê hatibû lidarxistin.

Li gorî lêkolîneran di wê komkujiyê de ji 40 hezarî zêdetir kurd hatine kuştin.

 

 
Tema

KÜRDİSTAN DEVLETİNİN KURULUŞU TEK AMAÇTIR.

Nasil Türkler'in Türkiye'si, Gürcüler'in Gürcistan'i, Ermeniler'in Ermenistan'ı varsa Kürtler'in de Kürdistan'i olmalidir.

BU, BÜTÜN MİLLETLERİN EN DOĞAL HAKKIDIR. 

Eğer tüm Kürdlerin ortak bir bağımsızlık hareketi gelişirse ki, bu şimdi mümkündür,  ABD ve AB devletleri uzun süredir sürdürdükleri Arap - Türk yanlısı politikalarını değiştirmek durumunda kalacaklardır ve böylece ilk Kürdistan devletinin ortaya çıkması sağlanacaktır.
  
Makaleye giriş >>>

Home