Berî niha bi çend
rojan, hatibû diyarkirin ku Stockholma paytexta
Swêdê, di
van rojên li pêşiya me de
mazûvaniya konferanseke navnetewî ya rewşenbîrî dike.
Herweha nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn
Zinar jî, beşdarê konferansê dibe.
Konferans li avahiya Folkethusê (Mala Gel), sê roj
domand. Roja 29ê Hezîranê danê êvarê wek şahî dest
pê hate kirin, lê roja 30ê Hezîran, 1 û 2 Temûzê jî
seranser domand.
**************************************************
”Silav û rêz pêşkêşê we dikim. Spas ji bo Sendîqeya
Nivîskarên Swêdî ku vê derfetê bo min daye nîşandan.
Çewa ku hûn jî dizanin, naveroka axaftina min li ser
Latînîkirina Edebiyata Kurdî ye.
Pêşî ez dixwazim xwe bidim naskirin: Ez di 1953an de
li Kurdistana Tirkiyê hatime dinyayê û ji malbateke
oldar im. Ji ber ku zimanê kurdî di 1926an de hatiye
qedexekirin, min di 1963-64an de bi alfabeya erebî
dest bi nivîsandina zzimanê kurdî kiriye. Ez li
Batmanê yazdeh sal wek memûr şixulîme. Piştî 12
Êlûna 1980yî ku Cuta Sisiyan a leşkerî hatiye, ez
heşt caran hatime girtîn û 178 roj îşkence li min
bûye. Ez di 1984an de hatime Swêdê. Li dora neh
salan, li Nexweşxaneya Xaça Sor tedawî bûme.
Ez wek xebatkarekî çanda kurdî, li ser van sê xalan
dixebitim:
1- Folklora Kurdî berhevdikim û dinivîsim.
2- Berhemên kurdî ên klasîn ji elîfbêtika erebî
vediguhêzim alfabeya latênî
3- Ez pirtûkên zarûkan ji çîrokên Folklora Kurdî
çêdikim.
Heta niha 82 kitêbên min hatine weşandin, ji van
pirtûkan tenê yek bi zimanê tirkî ye.
Zimanê kurdî zimanekî pir kevn e û gelek jî
dewlemend e û ji famîla Hindoewrûpî ye. Di zimanê
kurdî de 4-5 zaravayên cuda hene. Ev yek ji bo
Kurdan nabe problem ku Kurd ji hev fêm nekin, lê
bikaranîna du alfabeyên cuda problemeke mezin e.
Niha kurdên Îran, Îraq û Sûriye elfabeya erebî bi
kar tînin. Kurdên ji beşa Kurdistana Tirkiyê jî
alfabeya latênî bi kar tînin. Ha ev dualfabetî
zehmetiyeke mezin xistiye nava Kurdan.
Piştî derketina ola Îslamê Kurdan jî dest pê kiriye
zimanê xwe bi alfabeya erebî nivîsandine heta dema
ku dawî li Împeretoriya Osmanî hatiye. Lê dema ku
komara Tirkiye avabûye, di 1926an de bi zagoneke
taybet zimanê kurdî hatiye qedexekirin, Îcar Kurdên
Bakûr dest bi alfabeya latênî kirine û tenê zimanê
tirkî xwendine. Bi vê yekê Kurdên bakûr ji ziman û
kultura xwe dûr ketine.
Li Ewrûpayê di van 30-40 salên dawîn de, xasma li
Swêdê, çanda kurdî bi alfabeya latênî bi awayekî
xurt berepêş çûye. Bi hezaran pirtûk, rojname, kovar
û malper bi awayekî rêkûpêk hatine weşandin. Vê yekê
jî problemeke nû xistiye nava Kurdan:
1- Kurdên Îran, Îraq û Sûriye, ji ber ku bi
elîfbêtika erebî dixwînin û dinivîsin, derfeta wan
tune ku sûd ji vê çanda kurdî ya li Ewrûpayê bi
alfabeya latênî ye bibînin.
2- Kurdên Tirkiyê û hinek jî Kurdên li Ewrûpayê, sûd
ji wî çanda kurdî ya ku bi elîfbêtika erebî li Îran,
Îraq û Sûriyê ye wernagirin.
Ji bo vê çareseriyê, projeyeka me jî heye ku em ê
kultura kurdî bi alfabeya latênî binivîsin. Ji ber
hindê em muhtacê alîkariya madî û manewî ne.
Ez di vê baweriyê de me, eger Kurdên her çar beşên
Kurdistanê alfabeya latênî bi kar bînin, wê aramî û
istiqrar li Rojhilata Navîn û li dinyayê çêbibe,
herweha ev çar
xalên girîng jî wê derkevin holê:
1- Kurdên hemû zaravayan, wê rind ji fêm bikin.
2- Karê Kurdan di teknîka nûjen de, pir hêsan dibe.
3- Ew kevneperestî û paşverûtiyên kevnare yên
cîranên Kurdan, êdî di nava Kurdan de cih nagirin.
4- Wê Kurd û ev welatên ku zimanê wan jî Hindoewropî
ne, xasma welatên Ewrûpayê, pir nêzê hev bibin.
Hêvîdar im ku hûn rewşenbîrên Ewrûpayê di babeta
latênîkirina zimanê kurdî de alîkarî bikin. Bê guman
ev alîkariya we, wê cihekî mezin di mêjû de bigre.
Lewra ev zimanê ku niha 40 milyon Kurd pê dipeyivin,
di rewşeke xirab de dijî.
Spas ji bo ku min hinek ji zemanê we girt.”
2008-07 02, saet 11.45. 12.00
Zeynelabidîn Zinar