|
Îro (29. 06. 2008), li ciyê ku beşek serokên
tevgera 1925-an hatine dardekirin, serok û têkoşerên şehîd yên tevgerê, Şex
Seîd Efenfiyê Pîranî û Xalid Begê Cibrî û hevalên wan ji aliya “Komîteya
Bîranîna Serok û Têkoşerên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya 1925-an” de hat
bibîranîn.
Beriya ku bernameya bîranînê dest pê bike, polîs zûtir hatibûn li hewirdora
meydana ku bîranîn lê çê bibe, bi cî bibûn. Polîs ji bona ku hesabê meşa me
ya meydanên din yên ku serokên kurdan hatine dardekirin kiribû, pêşiya wan
riyan jî girtibûn.
Bernameya Bîranînê li ber rojeke Amedê ku tîna wê zêde û tîrêjên wê hişk, di
saet 11. 35-an de li ber Mizgefta Mezin dest pê kir. Di saet 12. 15-an de
qediya.
Civîn ji aliyê min de hat rêvebirin.
Li Meydanê slogana merkezî ya bîranînê, “Em serok û têkoşerên Kurdistanê ji
bîr nakin”, wek flamayekê hatibû daliqendin û li ser flamayê li her
quncikekê wêneyên xweşik yê serokê tevgerê Şêx Seîd Efendî û serokê
Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî hatibû çêkirin.
Wêneyê Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî yên mezin bi hejmar zêde bibûn, ji
aliyê beşdaran de hatibûn hildan.
Li ser flamayên cihê wêneyên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Kemal Fewzî, Dr.
Fuad hatibûn çêkirin, li bin wêneyên wan pêyvên wan yên li jêr hatibûn
nivîsandin.
Şêx Seîd Efendî: “Îro jiyana min a li vê dinyayê bidawî tê. Ez ne poşman im,
lewra ez ji bo neteweya xwe tême gorîkirin. Tenê daxwaza me ev e, ku neviyên
me li hemberê dijminan me şermazar nekin.”
Xalid Begê Cibrî: “Ez li hemberê we tenê nînim. Di pişta min de li Îranê û
li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyekî gewre yê kurd heye. Îro hûn min
darve dikin, lêbelê em qet şik ji vê yekê nakin ku dê sibêroj neviyên me jî,
we tune bikin.”
Kemal Fewzî: “Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwediyê malê em in, kî çi
dibêje bila bêje, emê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê
bibe asteng, lewra ew yê me ye.”
Dr. Fuad: “Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev
axa ku îro em li ser tême darvekirin, bêguman dê rojekê ala serxwebûnê li
ser bête hilkişandin.”
Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pêkir û pişt re fatîha hat xwendin.
Min di destpêkê diyar kir ku “me nûha baş fahm kir ku waliyê hikûmetê çima
waliyê dewletê ye jî û panela me qedexekiriye. Lewra hikumetê ji hemû
waliyên kolonî re dîrektîf û emir dane ku divê li dijî perwerdeyî ya zimanê
kurdî derkevin. Dema ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî, ew ji bona
avabûn û qewimandina Kurdistanê û Neteweeya Kurd re rê vedike. Panela me jî
ji bona ku xwediyê mijara Kurdistanê û Neteweya Kurd bû hate qedexe kirin.”
Di bernameyê bîranînê de neviyê Şêx Mehdî (birayê Şêx Seîd Efendî) kurê Şêx
Husameddîn Dr. Mehmud Aygoren (bi kurmancî), neviyê Xalid Begê Cibrî Tahsîn
Sever (bi kurmancî), Endamê Meclîs û Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê Parêzer
Sidkî Zîlan (bi dimilkî), berpirsiyarê Platforma Dîcle-Firatê Muhiddîn
Batmanî (bi tirkî), Şêx Zihnî (bi kurdî) qise kirin. Axevtevanan, di
axiftinên xwe de ji bona serokên xwe serbilindî diyar kirin, li ser qerakter
û naveroka Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya 1925-an rawestiyan. Gotin ku
“teffekûr û xeyala wan a Kurdistanê îro jîn dom dike û realîtek e.”
Pişt re belavoka Komîteya Bîranînê hat belva kirin.
Di dawî de li ser wergirtina nasnameyên axevtevanan ji aliyê polîsan de, di
navbeyna me û polîsan de minaqeşeyeke hişk çêbû. Ji bona ku wan li wir, di
şertên awarte de daxwazkiribûn ku em nasnameyê bidin wan, me nasnameyên xwe
neda.
*
Mewlûd: Di 04. 07. 2008, saet 14. 00 de li Mala Taziyê ya Lîceyê ji bona
serok û têkoşerên Tevgera 1925-an dê mewlûdê bê xwendin.
Amed, 29. 06. 2008
ibrahimguclu21@gmail.com
|
|